Çeteyên dewleta Tirk gundê Mehsinlî yê Minbicê kirin hedef

Dîsa îro li dijî herêmê êrişên dewleta Tirk hebûn. Vê carê çeteyên dewleta Tirk gundê Mehsinlî yê Minbicê kirin hedef.

Çeteyên dewleta Tirk a qirker malên sivîlên gundê Mehsinlî yê bakurê rojavayê Minbicê bi çekên sivik û navîn kirin armanc.

Heta niha ti agahî derbarê windahiyan de bi dest neketine.

Doh jî artêşa dewleta Tirk gundên Malkiyê û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kirin.

Tevî van êrişên rojane ên li dijî herêmê ku li pêş çavê her kesî pêk tê cîhan bê deng e.

Her dem jî sivîl dibin hedefa van êrişan û zirarê ji wan dibînin.

Back to top button