MSD’ê bi rêveberiya Moskowê hevdîtin pêk anîn

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed doh li Rûsyayê bi Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn Mikhaill Bogdanov re hevîdtin pêk anîn.

Sîhanok dîbo derbarê mijarê de ragihand ”Wezareta Karên Derve ya Rûsya daxuyakirin şandeyê diyarkiriye ku dê MSD beşdarî proseya siyasî ya Sûriyê û destûra Sûriyê bibe”.

Piştî bi fermî ji aliyê wezareta derve ya Rûsyayê ve hatin vexwendin, şandeyek ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser bi serkêşiya seroka Desteya Rêvebr a MSD’ê Ilham Ehmed doh berê xwe da Moskoyê.

Şande 23’ê Mijdarê bi Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn Mikhaill Bogdanov  re hevîdtin pêk anîn.

MSD’ê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ragihand “Di hevdîtinê de rewşa Sûrî û Bakurê û Rojhilatê Sûrî bi giranî hat nîqaşkirin. Bi taybet li ser çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254, jinûve-avakirina aboriya wê û qada civakî, vegera koçber û penaberan û pêşkêşkirina alîkariyan ji hewcedaran re.”

Di daxuyaniyê de hat gotin “Rûsya teqez kir ew amade ye xebatên gihandina Sûriyê ber bi lihevkirinan ve berdewam bike.”

”Rûsiya destekê dide diyalogên Sûrî-Sûrî”

Berpirsê dosyaya karûbarên Rûsya di meclisa serokatî ya MSD’ê de Sîhanok Dîbo ku wî jî cihê xwe di nava şandeyê de girt derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeya a Hawarê re axivî.

Sîhanok Dîbo eşkere kir ”Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê diyar kir ku welatê wî destekê dide diyalogên Sûrî-Sûrî û hêvî kir ku ev diyalog bi serkevin.”

Dîbo da zanîn ku wezareta Karên Derve ya Rûsya îmkaneke cidî nîşan da ku MSD’ê beşdarî proseya siyasî ya Sûriyê û destûra Sûriyê bibe. Her wiha îşaret bi nenavendîbûnê li Sûriyê û Rêveberiya Xweser ku modelek be kir.

Back to top button