NPG: 44 saliya PKK’ê wê bibe sala têkoşîna mezin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

Fermandariyê ragihand ku ew ê 44 saliya PKK’ê bibe sala têkoşîna dîrokî ya mezin.

Gelê Kurdistanê yê li ber tinebûnê bû zindî kir.

Bi vê gotinê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel 44 saliya PKK’ê pîroz kir.

Fermandariyê diyar kir ku di sala nû ya têkoşînê de xwedîderketina li mîrateya şehîdan erka sereke a gerîllayên Kurdistanê ye û wiha dewam kir:

Avakirina PKK’ê, zindîkirina welatekî ku navê wî hatiye qedexekirin. Bi PKK’ê re Kurdê li ber qirkirinê bû serî rakir.

PKK’ê, ne bi tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên herêmê jî bûye çirûska hêviyê.

Fermandariyê ragihand ku di nava PKK’ê de ê herî zêde bû xwedî hêza azadiyê jin in û got:

Rêber Apo PKK wekî partiyeke jinan pênase kiriye. Bi keda PKK’ê û Rêber Apo jina Kurd nasnameya xwe bi dest xistiye.

Xeta jinên azad a ku bûye îrade, li refên herî pêş ên berxwedanê pêşengtî kiriye û têkoşîna me bi ser xistiye.

Partiya me PKK’ê di her qonaxên têkoşînê de rê li ber berxwedanên destanî vekir.

PKK a ku hêza xwe ji cewhera gelên bindest werdigre, bi îradeya xwe ya serbixwe bûye parêzvanê azadî, demokrasî û edaletê.

Li hemberî zilm, mêtingerî û zordestiyê stûyê xwe xwar nake û bûye nûnerê rastîn ê dilpakî, rûmet û nirxên mirovahiyê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir ku tevgera azadiyê coşeke mezin û biryardarî dikeve 44 saliya xwe û got:

Li hemberî hewldanên qirkirinê yên faşîzmê, hêzên HPG’ê yên li dora Rêber Apo bûne xelek di serî de Avaşîn, Zap û Metînayê, li Kurdistanê wê serfiraziyê pêk bîne.

44 saliya PKK’ê wê bibe sala têkoşîneke dîrokî.

Weke Hêzên Parastina Gel, em bi biryar in ku ser xeta serfiraziya a PKK’ê nûnertiya wê dike, berxwedanê li her qadê geş bikin.

Ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd, em bi biryardarî derbasî sala nû ya partiya xwe dibin.

Back to top button