Cemîl Bayîk: Partîbûyîna li ser şopa şehîdan misogeriya serkeftinê ye

Ajansa Nûçeyan a Firat, beşdar duyemîn a hevpeyvîn li gel yek ji damezrînerên PKK’ê Cemîl Bayik belav kir..

Di vê beşê de Bayîk behsa wateya şehîdan û rola Rêber Apo a di pêşxistina PKK’ê de kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dîroka 43 salên derbasbûyî ya PKK’ê ji Ajnasa ANF re nirxand.

Di beşda duyemîna a hevpeyvîna taybet de diyar kir di nav PKK’ê de her şehadet rê li ber pêşketinên mezin vekiriye û got:

Têkoşîna şehîdan pîvana fedaîtiye li partiyê zêde kir.

Tişta ku serkeftinê tîne û têkoşînê geş û mayînde dike, şehadet e.

Berdewamiya vê pêvanê ji bo PKK’ê bû misogeriya serkeftinê.

Ji ber vê çendê Rêber Apo got PKK weke partiya şehîdan pênase kir. Wateya vê yekê ew e ku her nirxa di nav PKK’ê de tê avakirin aîdî şehîdan e.

Ji xwe tişta ku hişt Rêber Apo bi biryardarî PKK’ê mezin bike jî dilsoziya wî ya bi şehîdar re bû.

Mînaka vê yek herî berbiçav jî ew e ku Rêber Apo şehadeta pêşengê mezin Hakî Karer kir hîmê avakirina PKK’ê.

Ji bo Rêber Apo damezrandina PKK’ê fermana şehîda bû.

Bi vî bîr û baweriyê êdî her şehadet ji bo PKK’ê bû sedema pêngavên şoreşgerî.

Cemîl Bayîk: Yê PKK’ê kir hêza serkeftinê Rêber Apo ye

Cemîl Bayik rola Rêber Apo a di pêşxistina PKK’ê de jî wiha nirxand:

PKK pêşî weke koma Apoyî hate naskirin. Piştî vê pênasekirinê Rêbertî mohra xwe li xeta îdeolojîk û siyasî da.

Rêber Apo ne bi tenê kesek e, tişta ku wî şênber dike fikr, rêbaz û têkoşîna wî ye.

Eger PKK’ê ew çend mezin û geş bû, para herî girîng a Rêber Apo ye.

Rêber Apo di nav tevgerê de her dem bû hêza afirîneriyê.

Bêguman di nava PKK’ê de keda her kesî heye, lê Rêber Apo mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê da.

Eşkere em dikarin bêjin, bêyî Rêber Apo ne ev tevger ewqasî geş dibû û ne jî wê karibûya ji nav demên zehmet derketa.

Ti zor û zehmetî li pêşiya Rêber Apo nebû asteng.

22 sal in li zindanên di nava şertên herî dijwar de ye. Tevî vê yekê jî bandora wî qet qels nebûye.

Back to top button