Xwendekarên Başûr ji bo mafê xwe bistînin 4 rojin li qadanin

Li bajarên başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên ji bo nedana xerciya mehane yên xwendekarên zanîngeh û peymangehan di roja çaremîn de ye.

Xwendekarên li bajarê, Hewlerê, Helebçeyê û herêmên Raperîn, Germiyan, Koye û Soran yên Başûrê Kurdistanê daketin qadan.

Hêzên ewlehiya başûr êşkence hin xwendekaran kir. Piştî xwepêşandanan Parlamentoya Başûr ji bo pêkanîna daxwazên xwendekaran komîsyonek avakir.

Li başûrê Kurdistan kirîza aboriyê ji ber polîtîkayên desthilatê her ku diçe kurtir dibe.

Mexdurên van polîtîyan yên sereke jî ciwanin, xwendekarin.

Bi hezaran xwendekar Xwendekarên li bajarê, Hewlerê, Helebçeyê û herêmên Raperîn, Germiyan, Koye û Soran yên Başûrê Kurdistanê ji ber nedayina xerca mehane ev 3 rojin li qadanin.

Xwepêşandana xwendekaran doh jî dewam kir.

Bi hezaran xwendekar li ber walîtiya bajêr kombûn û berê xwe dan Deriyê Sera û meşiyan.

Hêzên Ewlehiya Başûr li dijî xwendekaran duntî bikaranî

Lê, Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê li dijî xwepêşanderan bikaranîn, gule di ser xwendekaran re reşandin û rê nedan xwendekar xwe bigihînin Deriyê Sera.

Lê hêzên ewlehiyên başûrê kurdistanê ne tenê xaza rondik rij bikar anîn bi awayek tund mudaxaleyên xwendekarakirin, dimenê ku hûn niha temaşe dikin asta tundiyê raber dike.

Xwendekarên Başûr: Heta em mafê xwe dest bixin emê li qadan bin

Li Hewlêrê jî bi heman armancê xwendekarên zanîngehê dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwendekaran ber bi Parlementoya Herêmê ve meşiyan û diyar kirin heta daxwazên wan pêkneyên wê çalakiya wan berdewam bike.

Parlamentoya Başûr ji bo pêkanîna daxwazên xwendekaran komîsyonek avakir

Piştî xwepêşandanên xwendekaran Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo nirxandina daxwazên xwendekaran û lêkolînkirina aloziyên li herêmê komîsyonek ku ji lijneyên navxweyî, lijneya perwerde, Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî pêktê avakir.

Back to top button