Yekem car e MSD, QSD û Rêveberiya Xweser bi civîneke di asta jor de li hev kom dibin

Yekem car e MSD, QSD û Rêveberiya Xweser bi civîneke di asta jor de li hev kom dibin. Îro bi beşdariya her sê aliyan, li bajarê Hesekê civînek pêk hat. Rewşa şer û ya siyasî, ewlehî û leşkerî jî di nav de nîqaş hat kirin. Her wiha kar û rewşa gel û awayên çareserkirina pirsgirêkên herêmê jî hatin gftûgokirin.

Îro li bajarê Hesekê bi civînekê, QSD, MSD û Rêvebriya Xweser li hev kom bûn.

Civîn bi beşdariya berpirsên her sê aliyan û li bajarê Hesekê li dar ket.

Ji QSD’ê, fermandarê wê yê Giştî Mezlûm Ebdî jî cihê xwe di nav de girt.

Ji aliyê MSD’ê ve jî, Hevseroka MSD Emîne Omer û ji aliyê rêvebrioya Xweser Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser Ebd El Mihbaş di civînê de amade bûn.

Fermandar Mezlûm Ebdî bal kişand li ser rewşa ewlehî û leşkerî, gefên dawî yên Tirkyeya dagirker li ser herêmê û aramncgirtina sivîlan bi dronan û piştrast kir ku ev gef rê li ber operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê digre.

Di civînê de behsa rola neyînî ya deshilata Şamê di hewildanên çareserkirina aloziyê de jî hat kirin ku di nerîn û zihniyeta xwe de israr dike,.

Her wiha bal hat kişandin li ser giringiya rola her sê saziyan di bihêzkirina nasnameya Sûriyê de û hat gotin bi rêya zêdekirina karê komîte û desteyên hevbeş û dewamkirina xebatê heta çareserkirina aloziya Sûriyê bi rengekî ku hemû pêdivî û xwestekên gelê Sûriyê bi cih bên.

Back to top button