Li Sêmalkayê 51 roj in çalakî didome û PDK bang bi cih neaniye!

Her roj û bênavber malbatên şehîdan li ber dergehê Sêmalka daxwaza wegirtina cenazeyên zarokên xwe yên şehîd dikin. Heta niha PDK’ê ne bersiv daye û ne jî cenazeyên şehîdan radest kiriye.

Ji 5’ê Cotmehê malbatên şehîdan ji bo cenazeyên zarokên xwe di çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê de ne.

Îro dibe 51 roj ku ev malbat di çalakiyê de ne.

Bi vê çalakiyê daxwaz ji PDK’ê ya ku ev gerîla şehîd xistine dikin ku cenazeyan radest bike.

Heta niha PDK bêdeng e, ev daxwaz bi cih neaniye û ti bersiv nedaye van dayikan.

Her roj ji bo piştgiriyê jî, gelê herêmê berê xwe dide çalakiyê û serdan dike.

Îro jî malbatên çekdarên Roj berê xwe dane wê derê û banga xwe tev li ya dayikên li wir dikin.

Back to top button