QSD: Rapora The Guardian bêbingeh e û ji bo reşkirina me hatiye belavkirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk eşkere kir ku Rojnameya The Guardian a Îngilîz, derheqê wan de raporeke sexte belav kiriye..

Navendê bang li rêveberiya rojnameyê kir da ku di zûtirîn dem de têkildarî kesên ew rapor amadekirine lêpirsînê destpê bike û şaşîtiya hatiye kirin rast bike.

Beriya çend rojan, Rojnameya The Guardina bi îmzeya endama xwe Bethan McKernan (Basen Mekernan) belav kir.

Li gorî îdîaya rojnameyê, Hêzên Sûriya Demokratîk bermaberê wergirtina pereyan, çeteyên DAIŞ’ê ji zindanan derdixîne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da îdîayê Guardianê û ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

Rojnamevana binavê Bethan McKernan 5’ê Mijdarê li navenda me a ragihandinê geriya û got, ew ji Rojnameya The Guardianê ye.

Wê demê ji me xwest ku em bersivê bidin belegeya ku dihat îdîakirina a çeteyekî DAIŞ’ê ye.

Di wê belgê de dihate gotin, DAIŞ’ê beramberî dayîna pereyan têne berdan.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku wan wê demê ev bersiv daye rojnamevana Guardianê:

Bi ti awayê rastiya belgeya behsa wê tê kirin tine ye. Heta niha tenê karmendên sivîl ên bi darê zorê bûn alîgirên DAIŞ û têkelî kuştina mirovan nebûne, bi navbênkariya serok-eşîrên herêmê hatine berdan.

Ev prosesa berdana wan jî bi awayekî eşkere li pêş ragihandinê pêk hatiye.

Navenda QSD’ê diyar kir ku tevî vê rastiyê jî Rojname belgeya sexte belav kir û got:

Armanc jê reşkirina hêzên QSD’ê bû.

Ji xwe ji belgeya hatî belav kirin diyar ku çendîn sexte ye.

Lewma belge li sernavê Rêveberiya Xweser e, lê bi logoya QSD’ê hatiye belavkirin.

Aliyê amade kirine weke Kantona Cizîrê hatiye bicihkirin, lê ev pênase ji sala 2017’an ve li navendên fermî nayê bikaranîn.

Tevî ku baş tê zanîn hemû belgeyên fermî yên rêveberiyê bi Kurdî, Erebî û Suryanî têne belavkirin jî,

Belgeya Guardianê tenê bi zimanê Erebî ye.

Hemû saziyên Rêveberiya Xweser di rapor û belgeyên xwe de mohrên fermî bikar tînin jî li ser belgeya Guardinaê tenê îmze hene..

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku ji ber van xalên sexte wan pêwendî li gel rojnameyê saz kirine û belgeyên rast ji wan re şandine.

Navendê herî dawî bang li rêveberiya rojnameyê kir da ku di zûtirîn dem de têkildarî kesên ew rapor amadekirine lêpirsînê destpê bike û şaşîtiya hatiye kirin rast bike.

Back to top button