Fermandarên Rûsya û DYA ji bo Ukrayna axivîn

Ji bo kêmkirina aloziya li sînorê Ukrayna û Rûsya, danûstandin pêk tên.
Di dema ku li Rojava tê îdiakirin ku Moskow amadekariya dagirkirina Ukraynayê dike, serfermandarên DYA û Rûsyayê peywendiyek telefonî pêk anîn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hûrgiliyên zêdetir neda û got;

Valeri Gerasimov û Mark Milley bi têlefonê “pirsgirêkên heyî yên li ser ewlehiya navneteweyî gotûbêj kirin”.

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî piştrast kir ku di axaftinê de “mijarên ewlehiyê yên bi fikar hatine axaftin”.

Di daxuyaniya Pentagonê de jî diyar kir ku ev civîn dewamiya hewldanên kêmkirina metirsiya şer e.

Moskow îdiayên ku dibêjin ew amadekariya dagirkirina Ukraynayê dikin red dike û Amerîka bi zêdekirina aloziyê tawanbar dike.

Back to top button