UNICEF: Di nava salê de li Nîjerya 1440 xwendevan hatine revandin

Li Nîjerya aloziya ewlekariyê di nava sala 2021’an de jî xwe da der.
Fona Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku li Nîjerya di nava salê de 1440 xwendekar hatine revandin.

Di rapora ku ji aliyê UNICEF ê ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku êrîşên ku li Nîjeryayê li dijî dibistanan tên kirin her ku diçe zêde dibin.

Hate diyarkirin ku ji meha Çileyê ve li welêt êrîş li 25 dibistanên cuda hatine kirin.

Di van êrîşan de 1440 xwendekar hatine revandin.

Di raporê de hat ragihandin ku bi salan e li welatên Rojavayê Afrîkayê herî zêde êriş lli dijî zarokan tê kirin.

Ji bo pêşîgirtina li van bûyerên bi vî rengî, banga lezgîn hat kirin.

Li eyaletên Benue, Kaduna, Plateau, Katsina û Zamfara yên Nîjeryayê di mehên dawî de xwendekarên ji gelek dibistanan hatin revandin.

Ji ber êrîşan gelek dibistan û zanîngeh neçar man ku perwerdeyê bidin rawestandin.

Back to top button