PASADRÊN RÊJÎMA ÎRANÊ KOLBEREK LI HEWREMAN QETIL KIRIN

Pasdarên rêjima Îranê li ser sînorê Şoşmê ya herêma Hewraman komek kolber gulebaran kirin.
Di encamê de kolberekê jiyana xwe ji dest da û 3 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî Kolbernews’ê, îro danê sibehê, supay pasdarên Îranê li ser sînorê Şoşmê ya herêma Hewraman komek kolber gulebaran kirin.

Di encama gulebaranê de kolberek hatiye kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn e.

Kolberê jiyana xwe ji dest daye Sadiq Ezîzî yê ji gundê Bîwne ye Ciwanro ya parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye.

Cenaze rakirin Tiba Edlî ya bajarê Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê.

Lê heta niha nasnameya hersê birîndaran nehatiye eşkere kirin.

Leave a Reply

Back to top button