Kanada.. Ji ber lehiyê beşek mezin ji herêma Abbotsford di nava avê de maye

Kanada ji kabosan xelas nabe.
Havîna ku bi şewatên daristanê derbas bû.
Niha ji bi hatina demsala zivistanê re, barana zêde li gelek herêmên welat jiyan rawestandiye.
Eyaleta British Kolombiya jî eyaleta herî zêde ji vê rewşê bandor bûyî ye.

Piştî barana zêde ya li eyaleta British Kolombiya li herêmê lehî rabûbû.

Weke ku di dimenan de jî tê dîtin ku beşeke mezin yê herêma Abbotsford di nava avê de maye.

Li herêmê jiyan bi carekê de rawestiyaye û welatiyên li herêmê ji bo cihên ewle hatibûn veguhestin.

Li gorî berpirsên herêmê, barana di nava du rojên dawiyê de bi qasî mehekê bariyaye.

Ev yek jî bo sedema ku li herêmê rê werin girtin û xanî di nava avê de bimênin.

Back to top button