Piştî 10 salan mîrê Îmaratê serdana Tirkiyê kir

Piştî qutbûna deh salan, îro Mîrê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan serdana Tirkiyê kir.
Balkêşe ku ev serdan hemwextî krîza aborî ya li Tirkiyê kur bûyî de pêk hat.

Îro Mîrê Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan serdana Tirkiyê kir.

El Nahyan ji aliyê serokomarê Tirkiye Erdogan ve hate pêşwazîkirin.

Piştî qutbûna 10 salan ev serdana yekemîn di navbera herdu dewletan de bû.

Têkilî ji ber destwerdana dewleta Tirk li dosyayên Sûriyê, Lîbya û destekdayîna wê ji rêxistina Îxwan El-Muslimîn qut bûbûn.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe spartibûn rayedarên Tirk, dibe ku Al Nehyan îro 24’ê Mijdarê serdana Tirkiyê bike û bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinan pêk bîne.

Berpirsekî Tirk jî got,

Erdogan û Al Nehyan dê têkiliyên her du welatan, mijarên bazirganî, geşedanên herêmî û istismaratan gotûbêj bikin.

Piştî axaftina bi telefonê ya di navbera berpirsên îstixbarat û hikumetên her du dewletan de, serokomarê Tirk Erdogan di Tebaxê de bi şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re axivîbû.

Ji ber piştevaniya dewleta Tirk a bi koma Îxwan El-Muslimîn û hevalbendên wê re yên ku di “Buhara Erebî” de li hemberî desthilatên Tûnis heya Sûriyê rabûn, di navbera Tirkiyê û Îmaratê de nakokî derketin.

Ev helwesta Tirkiyê serokên Îmaratê aciz kir ku koma Îxwan wekî gefeke siyasî û ewlehî dibîne.

Her du dewletan hev du bi destwerdanên li derveyî sînorê xwe tawanbar kir.

Erdogan di twitteke xwe de wezîrê derve yê Îmaratê bi “Bêşerm ê ku pereyan ew xirab kiriye” wesifand.

Wezîrê derve yê Îmaratê bersiv da û “Osmaniyên nû” rexne kir.

Li Sûriyê jî Tirkiyê hîna destekê dide komên çete, Îmarat ya ku destpêkê destek dida opozisyonê sefaratxaneya xwe li Şamê vekir.

Di 9’ê Mijdarê de wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid li Şamê bi Beşar Esed re civiyabû.

Back to top button