Çalakî di roja 51. de dewam dike PDK ê bersiva malbatan nade

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan a li Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên şehîd, di roja 51’an de dewam dike.
Îro, Şandeyek ku nûnertiya 80 malbatên çeteyên roj dikin berê xwe da Sêmalka û bang li PDK’ê kirin û gotin:Ç
Ew qebûl nakin ku PDK zarokên wan beşdarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li başurê Kurdistanê bike.

Nûnerên 80’ê malbatên çeteyên roj ku PDK’ê ew xistine xizmeta dewleta Tirk û li dijî gerîla bi kar tîne beşdarî çalakiyê bûn..

Li ser navê malbatan, Zahir Şêxmûs axivî û bang li PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên Şehîdan radestî malbatên wan bike..

Şêxmûs diyar kir şerkirina ciwanên kurd li dijî gerîla nayê qebûl kirin..

Kesên ji malbatên çeteyên roj ên beşdarî çalakiyê bûn ev hêvî û bang li herêma başûrê kurdistanê û zarok û xizmên nava koma roj de kirin.

Back to top button