DYA li dijî Rûsya tetbîqata bikaranîna çekên Nukleerî pêk aniye

Di navbera Amerîka û Rûsya de gefxwarinên di nava demên dawiyê de zêde bûne.
Tevî tevgerên leşkerî û tetbîqatan, îdiayên metirsîdar têne kirin.
Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygo ragihadn ku di DYA li dijî wan tetbîqatek a bikaranîna çekên nukleerî pêk aniye.
Tetbiqata ku qal wê tê kirin ji bi 10 balafiran hatiye kirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bi rêya vîdyokonferansê bi Wezîrê Parastinê yê Çînê Wei Fenghe re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de çalakiya hevpar a her du welatan li dijî êrîşên balîstîk, zêdekirina seferên balafirên şer ên Amerîkayê li xalên nêzî sînorên Rûsyayê, tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên di navbera Rûsya û Çînê de, dewriyeyên hevpar û diyarkirina nexşerêya hevkariyê ya di navbera 2021 û 2025an de hat gotûbêjkirin.

Wezîran jî di çarçoveya mijaran de peyman îmze kirin.

Di civînê de ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu ve daxuyaniyên balkêş hatin dayîn.

Şoygu der barê sernavê firrîna balafirên Amerîkayê yên li nêzî sînorên Rûsyayê da daxuyanî da û wiha got:

“Balafirên Amerîkayê meha borî 30 sefer li nêzî sînorên me kirin.

Ev jimar li gorî heman sala berê 2,5 qat zêdetir e.”

Şoygu diyar kir ku bombeyên stratejîk ên Amerîkayê li dijî Rûsyayê tetbîqata çekên nukleerî pêk anîn û ev tişt anî ziman:

“Bombeyên stratejîk ên Amerîkayê ji aliyê rojhilat û rojava ve di heman demê de li dijî Rûsyayê tetbîqata çekên nukleerî pêk anîn.

Ev yek di dema tetbîqata bi navê “Global Thunder” ku bi 10 balafiran hat kirin, de pêk hat.”

Back to top button