YPG’ê nasnameya şervanê xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG`ê nasnameya hevrêyê xwe Xelîl El-Elî, (Cahîd Reqa) ê di encama qezayekê de li bajarê Hesekê şehîd bûye, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê şehadeta hevrêyê xwe Xelîl El-Elî ev daxuyanî da:

“Hevalê me Cahîd Reqa roja 22ê Mijdarê li Hesekê di encama qezayê de gihîşt şehadetê.

Heval Cahîd li bajarê Reqa, di nav malbatek Ereb de bi hestên welatparêziyê mezin bû û di temenekî ciwan de têkoşîna me ya li hember dagirkerî û paşverûtiyê nas kir.

Hestên welatparêziyê ku ji malbata xwe girtibû di kesayeta xwe de zivirand biryardariya şoreşgeriyê û tev li nav refên me bû.”

YPG’ê di şexsê Ş.Cahîd tevahî şehîd bi bîr anîn û ji malbata Şehîd Cahîd Reqa re sersaxî xwest

Back to top button