Çeteyan ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkî 3 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk rojane li Efrînê welatiyan bi hêcetên bê bingeh direvînin. Vê carê çeteyan ji navçeya Cindirêsê 3 welatî revandin.

Çeteyên bi navê Polîsa Leşkerî bi hincetên derew û ji bo xwestina fidyeyê ji malbatên wan 3 welatî ji navçeya Cindrêsê revandin.

Hat diyar kirin navên kesên ku hatine revandin, Almaz Hac Ebid, Ehmed Hesen Mamed û Mihemed Hesen Mamed.

Hat zanîn ev cara sêyemîn e welatiyê bi navê Ehmed Hesen Mamed tê revandin û her carê piştî ku pere jê tê standin çete wî berdidin.

Back to top button