Tevlêbûna Kampanyaya Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê her roj zêdetir dibe.
Ji bakur û rojhilatê Sûrî jî rûspiyê Êla Cibûr tevlî li Kampanê bû got: “PKK azadî da me, şer kir û axa me azad kir.”
Şêxê Eşîra Cibûr yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hûseyîn Mihemed El Sultan jî tevlî kampanyaya Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bû.
Hûseyîn Mihemed El Sultan li ser têkoşîna PKK’ê ya li dijî komên çete û got:
“PKK azadî da me, axa me azad kir û şer kir.”
Mihemed diyar kir ku herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê PKK’ê hatiye rizgarkirin û bi vî awayî piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna rewa ya PKK’ê nîşan da.