Komîsyona Jinan a KNK’ê: Navenda birdoziya azadiya jinan li Kurdistanê ye

Komîsyona Jinan a KNK’ê derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîsyona Jinan a KNK’ê diyar kir ku tekane rêya li ber jinan têkoşîneke hevbeş e û got “Navenda vê têkoşîna hevbeş jî Kurdistan e.”
Têkildarî heman rojê Şervan û fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ jî daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Sibê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan a Cîhanî ye.

Bi vê Boneyê, Komîsyona Jinan a KNK’ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîsyona Jinan a KNK’ê di serî de komkujiya li dijî her sê xwîşkên Mirabel ku beriya 61 salan li Komara Domînîk hatin qetilkirin bi bîr anîn û diyar kir ku rejîmên diktator li Rojhilata Navîn, bi taybet li Kurdistanê heman tundiyê li dijî jinan dimeşînin.

Komîsyona Jinan a KNK’ê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Rola dîktatorên Pînochet û Trujillos, îro danê Erdogan û wiha dewam dike:

“Erdogan jî, siyaseta tundîtijî û qetlîaman li dijî hemû jinan, bi taybet jî li dij jinên Kurd pêk tîne.

Li ber çavên cihanê her roj jinên Kurd ji Efrînê dide revandin û dide îşkencekirin.

Li Bakurê Kurdistanê jinên siyasetmedar, jinên tevgera azadiya jinê, digire.”

Komisyana Jinan ya KNK’ê anî ziman ji ber ku jinên Kurd ji ezmûnên xwîşkên Mîrabel ders girtine, xwe pir guhertine û xweser di hemû beşên jiyanê de xwe bi rêxistin kirine.

Komisyonê got, “Li Kurdistanê jî ev rastî bi têkoşîna azadiya jinan ya 40 salên dawî re derket holê.”

Komîsyona Jinan ya KNK’ê dawî de diyar ji bo çareseriya tundiya li dijî jînê di asta cîhanê de têkoşînek hevbeş pêwiste û navenda îdeolojiya azadiya jinan jî Kurdistan e.

YJŞ: Xwebirêxistinkirina jinan wê êrişên li dijî jinan bê rawestandin

Derbarê heman rojê de şervan û fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ jî daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê yek ji fermandara YJŞ’ê Viyan Hebîb ve hate xwendin de, şehîdên jin ên fermana 73’an hatin bîranîn.

YJŞ’ê ragihand ku şîdeta li dijî jinê tenê bi şermezarkirinan nayê rawestandin û got

“Êrîşên li ser jinan ancax bi sekna jina azad û çalakiyan wê werin bersivandin.

Em weke jinên Êzidî tenê şîdetê şermezar nakin, di heman demê de bi xwe rêxistinkirin û parastinê şîdetê vala derdixin.”

YJŞ’ê di dawiya daxuyaniyê de jî jinên bi destê zilam û dewletê hatine qetilkirin û şehîdxistin bibîranîn û gotin: “Em sond dixwin tola wan bi pêşxistina azadiya jin hilînin.”

Back to top button