Hêzên hikumeta Şamê rojavayê Helebê topbaran kir

Şer û aloziya li herêmên bin kontrola hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike. Hêzên hikumeta Şamê gundên Helebê bombebarankirin. Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî rojavayê Humsê de 5 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 50 topan, eniyên şer yên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hate diyar kirin di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî gundên Kefer Teal û Tedîl ên rojavayê Helebê de çeteyekî “Tehrîr El-Şam” hatiye kuştin .

Vê sibehê hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyek dagirkeriya Tirk a li gundê Mecdeliya yê li ser rêya Heleb-Lazîqiyê (M4) topbaran kir.

Di bombebaran Israîlê ya li humsê 5 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî Humsê de ku şevê din pêk hat, 5 kes hatine kuştin.

Hat diyar kirin kesên hatine kuştin 2 kes çekdarên komên alîgirên Hizbullahê ne û 3 jî leşkerên hikumeta Şamê ne.

Hêzên hikumeta Şamê bi çiyayê Zawiye yê Idlibê bombebarankirin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Hêzên hikumeta Şamê duh gundên Biylon û Marat yên çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê, topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê vê sibê bajarokê Nahîte yê Derayê dorpêç kir

Li aliyek din Hêzên hikumeta Şam ê vê sibehê gundewarên bajarokê Nahite yê li rojhilatê Derayê dorpêç kirin.

Hat diyar kirin ji vê sibehê ve şer lê berdewame her wiha kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyê diyar ku di encama şer de 4 kes ji çakdaran hatin kuştin.

Çekdarên li vê herêmê lihevkirinên bi garantoriya Rûsyayê red dikin.

Back to top button