Li ser banga hevserokên HDP lijneya rêveberiya navendî a HDP civiya

Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) A HDP’ê li ser banga Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sanacar pêk tê.
Mijara sereke krîza aborî û siyasî ku

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sanacar, duh berê êvarê bang kiribûn ku MYK’a partiya wan bi rojeva “lezgîn” bi awayekî awarte li hev bicive.

Li ser vê bangê îro MYK’a HDP’ê di bin serokatiya Bûldan û Sancar de li hev civiya û wê qrîza aborî ya di rojevê de nîqaş bike.

Tê payîn ku di civînê de derbarê hilbijartina pêşwaxt, helwesta muxalefetê û rola muxalefetê de jî nirxandin bên kirin.
Her wiha tê payîn ku di civînê de hin biryar jî bên girtin.

Piştî civînê wê Hevserokên Giştî Bûldan û Sancar daxuyanî bidin.

Back to top button