Koordînasyona jin ya Rêveberiya Xweser semînerek li dar xist

Sibe Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan e.
Bi vê boneyê, îro jî sazî û rêxistinên jinan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyên ku li gelek bajaran hatin lidarxistin de girtîngiya têkoşîn û rêxistiniya jinan hate ziman.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek çalakî li dar xistin.

Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser bi vê boneyê semînerek li dar xist.

Di semînerê de rêveberên Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Semîner ji hêla seroka desteya Jinê a Rêveberiya Xweser Cîhan Xidro hate dayîn û tê de rengên tudiya li ser jinê, sedem û bandora wê hate nîqaşkirin.

Kongra Star li Qamişlo panelek li dar xist, li navçeya Tirbesiyê 2 semîner da

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star bi heman armancê panelek li Qamişlo li dar xist.

Bi dehan jin ên endamên saziyên Rêvebeiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên sivîl, tevlî panelê bûn.

Di panelê de sosyolojiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nîqaşkirin û bîlançoya sûcên dijî jinan di her sê salên dawî de hate dayîn.

Di dawiya panelê pêşniyar û niqaş ji bo rêgirtin li pêşiya sûcên dijî jinan hatin pêşxistin.

Kongreya Star bi heman armancê li navçeya Tirbespiyê 2 semînerên cuda ji mêran re li dar xistin.

Di semîneran de îşaret bi tundiya li dijî jinan hate kirin û hate diyarkirin ku ew tundiya li dijî tevahiya civakê ye.

Têkildarî mijarê Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da û hate gotin, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Şengalê li dijî jinan wekî sûcê li dijî her sê Xwişkên Mirabal e.

Li Kobanê Yekitiya Jinên Ciwan ji bo 25’ê Mijdarê şanoyek pêşkêş kir

Li Kobanê jî Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li qada Zanîngeha Kobanê şanoyek pêşkêş kir.

Di şanoyê de rastiya jinan û tundiya ku ji aliyê mêran li dijî wan tê kirin, hate nîşandan.

Her wiha sînevîzyoneke têkildarî jiyana Xwişkên Mirabal hate pêşandan.

Rêxistina Jinên Zenûbya li Minbicê belavok li şêniyên herêmê belav kir

Li Minbicê jî, Rêxistina Jinên Zenûbya belavokên ku banga parastina mafên jinan dike, li şêniyên herêmê belav kir.

Dîsa li Minbicê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî bi tevlîbûna endamên tevgerê û endamên Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ku ciwanên şoreşger dê li kêleka jinê bisekinin û li ser fikira Rêber Ocalan yê ku ji bo azadiya jinê têkoşiya rêya xwe dewam bikin.

Buroya jinê ya MSD’ê li Helebê panelek der barê tundiya dijî jinan de li dar xist

Buroya Jinê ya MSD’ê jî li Helebê bi heman aramancê panelek li dar xist.

Bi dehan jin ên partiyên siyasî û meclisa giştî ya taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê, û hin çalakvanên jin ji Helebê beşdarî panelê bûn.

Back to top button