Li herêma Şehbayê bi dirûşmeya “Bi pêşketina şoreşa çandî û fikirî werin cenga azadiyê” mîhrîcana Amara ya 2’emîn dest pê kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê ji nêzî 3 mehan ve ye amadekariya lidarxistina 2’yemîn Mîhrîcana Amara dike.
Mîhrîcan bi çalakiyên hunerî û werzîşî dest pê kirin.
Di mîhrîcanê de pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen ên li Şehbayê beşdar bûn.
Armanca mîhrîcanê ew e ku bersiva kesên hewl didin civakê bi hincetên neteweperestî û mezbehî parçe bikin, bide.
Mîhrîcana Amara dê sê rojan dewam bike û tê payîn ku di roja duyemîn de çalakiyên werzîşê li stada Babins ê kantona Şehbayê li dar bikeve.