Nûçegihanên Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku xwe pêşandanan dişopandin winda ne

Nûçegihanê Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin ji saetên êvarî ve windan e û tu agahî ji wan tune ne.

Li gorî çend şahidên bûyerê, hêzên ewlehiyê ew nûçegihand binçav kirine, lê tu aliyên berpirs binçavkirina herdu nûçegihanan piştrast nakin.

Roja Çarşemê jî li ber Malbenda Rêxistina YNK’ê ya Silêmaniyê kamera û nasnameya rojnamegerî ya Birwa Eshed jê hatibû standin.

Rojnewsê serî li Navenda Metro û Şaxê Sendîka Rojnamegerî ya Silêmaniyê da û agahiya windabûna nûçegihanan da wan.

Rojnews Lijneya Ewlehiyê ya Silêmaniyê berpirs selametiya nûçegihanên xwe dibîne û bang lê kir ku demildest çarenûsa wan eşkere bike.

Back to top button