
Tu tenê gotina Kurdistan bilêv bikî, tu yê eşkere werî girtin û li ser vê gotinê werî cezakirin. Ev ne li her deverê, tenê li Tirkiyê çêdibe. Duh li Wanê dema ku kurdek ji berpirsekî partiya Guherîn a Tirkiyê re dibêje “Ev der Kurdistan e” û daxwaza mafê xwe dike, tê girtin.
Li Wanê duh Serokê Giştî yê Partiya Guherîn a Tirkiyeyê (TDP) Mûstafa Sarigul sredana bajêr kir.
Di dema serdanê de dikandarê Kurd Hecî Tunç van daxwazan jê dike:
“Beriya 2 hezar salan ev der Kurdistan bû. Niha jî Kurdistan e. Pêşî li vê negirin û li dij dernekevin.”
Piştî van gotinan, yekser polîsên AKP’ê û mîna her tim, bi ser dikana Hecû Tunç de digirin û wî dikin bin çavan.
Hat ragihandin Hecî Tunç niha li navenda polîsan a Wanê tê ragirtin.
Ne cara yekem e, berî çend rojan û li Sêrtê Cemîl Taşkesen ji Seroka Partiya Îyî Meral Akşener re heman daxwaz kir û ew jî rastî nerazîbûnan hat.
Wiha xuya ye ku tirsa wan ji heta bilêvkirina gotina “Kurdistan” heye û hewl didin wê qedexe bikin.