Li Lîbyayê..Namzetiya 73 kesan ji bo serokomariya welat hat erêkirin

Ji bo hilbijartinên 24’ê Kanûnê dema ji bo namzetiya Serokomariyê beriya 3 rojan bidawî bûbû.
98 kesan ji bo erka serokomariyê namzetiya xwe danîbûn.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê jî lîsteya navên hatine erêkirin weşand.
Ji 98 namzetan 25 namzed ku şert û mercên namzediyê bi cih neanîne hatine redkirin.
Ji bo ev kes careke din îtiraz bikin, 12 roj dem hate dayîn.

Di hilbijartina serokomariya Lîbyayê de namzetên ku navên wan hatine erêkirin, eşkere bûn.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê lîsteya navê namzetên serokomariyê ku hatine erêkirin parve kir.

Di nav 48 namzedên ku serlêdanên wan ên namzediyê hatin qebûlkirin de, navên Serokê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî Ebdulhamîd Dibeybe, Serokê Meclisa Nûneran Akile Salih, Wezîrê Karên Derve yê berê Fethî Başaga û Xelîfe Haftar jî hene.

Di lîsteya 25 kesên ku serlêdanên wan hatin redkirin de Seyfulislam Qedafî, serokê rêberê yê Lîbya Muamer Qedafî, serokwezîrê berê Elî Zeydan û serokê berê yê Kongreya Neteweyî Nûrî Busehmîn jî hene.

Komîsyonê ragihand ku namzetên di lîsteya destpêkê ya ji 73 kesan de hatine qebûlkirin an jî red kirin de, dikarin heta 12 roj îtirazên xwe li gel wan bikin.

Lijneya temyîzê wê di nav 72 saetan piştî wergirtina van îtîrazan çareser bike û paşê lîsteya dawî ya berendaman bê weşandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji bo ragihandina namzetiya xwe 22’ê Mijdarê roja dawî bû.

Her wiha ji bo namzetên parlamentoyê jî heta 7’ê Kanûnê serlêdan dikarin pêk werin.

Back to top button