Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên xwendekaran-HAT NÛKIRIN

Xwepêşandanên xwendekaran yên li başûrê Kurdistanê didomin. Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku li Hewlêrê gelek xwendekar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine revandin.

Xwendekaran li başûrê Kurdistanê ji bo doza mafê xwe 5 roj li gelek bajaran bê navber çalakiyan li dar dixin.

Îro xwendekarên Zanîngeha Raperîn li navçeya Ranyayê daketin qadan û dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwendekar diyar kirin ku heta daxwazên wan bi cih neyên wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li bajaroka Kifrî ya Germiyanê jî xwendekarên zanîngeh, peymangeh û yên ku zanîngeh qedandine bi daxwaza dayîna xercî, xizmetguzarî û tayînkirinê dest bi xwepêşandanê kirin.

Hate diyarkirin ku xwendekaran rêya sereke ya Kelar-Kifrî li trafîkê girtine.

Li Hewlêrê komek xwendekar ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin revandin

Her wiha li Hewlêrê hêzek zêde ya hêzên ewlekariyê hatiye belavkirin.

Derbarê mijarê de Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih li ser malpera xwe ya facebookê agahiya revandina xwendekaran belavkir.

Elî Heme Salih dibêje:

“Hêzeke ewlekariyê bi wesayîtên cam reş, komek xwendekarên li nêzî avahiya Wezareta Xwendinê ya Bilind a li Hewlêrê revandin.

Ji vê rewşê, serokê hikûmetê berpirse; ev hêz astengiyan ji rojnamevanan re jî çêdike.”

Asayîşê rê li dor zanîngeha Soranê girt da ku xwendekar xwepêşandanê li dar nexin

Li aliyekî din jî Îdareya serbixwe ya Soran ferman da hêzên polîs û asayîşê ku rê nedin ti xwepêşandan û kombûnek bê destûr were li darxistin.

Piştî vê fermanê hejmarek zêde ya polîs û asayîşê dor li Zanîngeha Soran girtin û rê nadin xwendekaran ku çalakiyên lidarxin.

Back to top button