Hêzên hikumeta Şamê bajarokên Idlib û Helebê topbaran kirin

Şerê di navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên Tiriyê de hîna li hin deveran didome. Îro jî li gundewarên Idlib û Hemayê topbaran hebû.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand “Hêzên hikumeta Şamê vê berbangê bi moşekan herêmên Filêfil, Fitêra û Sifohn ên Cebel El Zawiyê yê li başûrê Idlibê û bi çekên giran eniyên El-Meşerî yên Sehil El Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin. ”

Çeteyên Tirkiyê baregehên hikumetê li Heleb û Idlibê topbaran kirin

Çavdêriyê her wiha anî ziman “Çeteyên dewleta Tirk jî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên şer ên li rojavayê Helebê û Melacê û Hezarîn ên başûrê Idlibê jî bi moşekan topbaran kirin. ”

Duh jî di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî gundên Kefer Teal û Tedîl ên rojavayê Helebê de çeteyekî dewleta Tirk hat kuştin .

Back to top button