Trajediya koçberan..Di Deryaya Manş’ê de 27 kesî jiyana xwe ji dest da

Di wextekê de ku rewşa bi hezaran koçberên li sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane di rojeva cîhanê deye, ji Fransayê agahiyeke xemgîn hat biparvekirin. Keştiyeke koçberan dema dixwest biçe Brîtanyayê, di Deryaya Manşê de noqî avê bû. Herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest da. Gelek dezgehên ragihandinê dibêjin qurbanî hemû ji Herêma Başûrê Kurdistanê ne.

Aloziya bi hezaran koçberên ku li sînorê Polonya û Belarsûê asê mane hê jî nehatiye çareserkirin.

Di wexteke wiha de, trajediyeke nû li van koçberan zêde bû.

Keştiyeke koçberan dema hewl dide bi rêya kanala avê ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibe, noqî avê bû.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin (Cêxad Daxmena) têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û got:

Mixabin, bûyereke cihê şermezariyê qewimî.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 27 kesan jiyana xwe ji dest das.

Di nava qurbanan de zarok û jinên ducanî jî hebûn.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson jî têkildarî bûyerê, desteya wezîran bi awayekî lezgîn kom kir.

Piştî civînê Johnson ji çapemeniyê re axivî û got:

Me li hemberî encamên wiha gelek caran hevkarên xwe hişyar kirin. Bi taybet jî Fransa. Lê guh nedan me.

Encama trajedî nîşan da ku derbasbûna di wê kanalê re çendîn metirsîdar e.

Mirina van kesan raxist ber çavan ku pêwîst e em têkoşîna li dijî bazirganên mirovan xurt bikin.

Di vê navberê de hin dezgehên ragihandinê îdîa kirin ku hemû qurbanên bûyerê, ji Başûrê Kurdistanê ne.

Lê heta niha têkildarî nasnameya wan ti agahî nehatine biparvekirin.

Back to top button