Salih Muslim: Gelên Rojhilata Navîn hêviya azadiyê di PKK de dibînin

Salih Muslim Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD”ê li ser salvegera 43. a damezirandina PKKê nirxandin kir.
Salih Muslim dibêje “PKK hêviyê dide gelên Rojhilata Navîn û divê teqez ji lîsteya terorê were derxistin.” Muslim destnîşan dike ku hiştina PKK’ê di lîsteya terorê de şaşiyeke dîrokî ye. 

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya (PYD) Salih Muslim, li ser salvegera 43. a damezirandina PKKê ji ajansa nûçeyan Hawar’ê re nirxandin kir.

Salih Muslim anî ziman “Gelên Ewropa û Rojhilata Navîn PKK’ê ji xwe re wek hêviya xelasiyê û demokrasiyê dibînin.”

Salih Muslim diyar kir ku hêzên dagirker û hegemon taybet naxwazin felsefeya Rêber APO di nava gel de belav bibe û ji ber wê jî PKK xistin lîsteya terorê.

Salih Muslim: Xistina PKK’ê ya lîsteya terorê şaşitiyek dîrokî ye

Salih Muslîm dibêje pirsgirêka Kurdistanê êdî bûye mijareke navnetewî, hemû cîhan dibîne û êdî gelên cîhanê baweriya xwe bi gotinên hegemonan naynin.

Salih Muslim, got: “Yê ku ku terorê mezin dike ûxwedî dike dewleta Tirk e û yê ku hewl dide PKK di lîsteya terorê de bimîne jî dewleta Tirk e.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim, destnîşan kir ku hIştina PKKê ya DI lîsteya terorê de şaştiyeke dîrokî ye û divê cîhan ji vê şaşitiyê vegere.

Back to top button