Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan li ser salvegera 43. a damezrandina PKK’ê nirxandin kir û ev roj li hemû gelê Kurd pîroz kir. Karayilan diyar kir ku berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastina Medyayê hemû planên Erdogan vala derxistin û desthilata wî anî ber hilweşandinê.
Piştî du rojan PKK dikeve sala xwe ya 44’an.
Bi vê boneyê, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan bû mêvanê bernameya Taybet a Sterk Tv û salveger jî di nav de, mijarên di rojevê de nirxandin.
Mûrad Karayilan di kesayeta Heqî Karer de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anîn û damezrandina PKK weke dîrokeke zêrîn pênase kir.
Murad Karayilan diyar kir ku fikrê Rêber APO di Kurdistanê de pêvajoyeke nû ya vejînê pêşxist.
Mûrad Karayila: Bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin tolê hilînin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan li ser tecrîda li ser Rêber Apo jî nirxandin kir.
Mûrad Karayilan: Me planên Erdogan bi berxwedanê vala derxistin
Dawiya nirxandina xwe, Mûrad Karayilan derbarê êrişên li ser herêmên Parastina Medyayê jî anî ziman wan bi berxwedana xwe hemû planên Erdogan têk birin.