Rûsiya..Di şewata li Madena komirê de 11 kes mirin

Li herêma Kemerovo ya Rûsyayê di kana komirê de şewat derket.
Di encamê de 11 kes mirin û 43 jî birîndar bûn.
Di dema şewatê de nêzî 300 karker li kanê de kar dikirin.
Heta niha ji 46 karkeran agahî nayê girtin.
Têkildarî şewatê lêkolîn hat despêkirin.

Li herêma Kemerovo ya Rûsya di madenek ya kana komir de şewat derket.

Şewat saetên siharê li kana komirê ya Listvyajnay ku li baharê Belovo ye pêk hat.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsya ragihand ku şewat di kurahiya 250 metre ya kanê de pêk hatiye.

Waliyê herêmê ragihand ku di kanê de 285 kesan kar dikir.

Heta niha li gorî hatî tesbîtkirin 11 kes mirine û 43 jî birîndar bûne.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin vehustin.

Dema şewat derketî 239 kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Her wiha agahî ji 46 kesan jî nayê girtin.

Şirketa kan ya SDS-Ugol ku yek ji sê hilberînerên herî mezin ên komirê ye.

Şirket wê piştgirî bide malbata mirî.

Li gor çavkaniyeke ji dezgehên çapemeniya Rûsî re ragihandî, bûyer di encama pêketina agir ya ji toza komirê re derketiye.

Dûmana li tevahiya kanê belav bû, lê teqîn çênebû.

Kan xera nebû.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Kremlîn: Putin ji malbatên qurbaniyan re sersaxî dixwaze

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokê welat Vladimir Putin ji rewşê hatiye agehdarkirin û got:

“Serok Putin ji malbatên karkerên mirî ne sersaxiyê dixwaze.

Em hêvîdar in ku ew kesên di bin erdê de jî werin rizgarkirin.

Peskov anî ziman ku rêberê Rûsyayê ferman daye ji bo xizmên miriyan alîkariya pêwîst bê pêşkêş kirin.

Back to top button