
Paytexta Somalî Mogadîşu careke din bi dengê teqînan hejiya.
Di êrîşa bombeyî de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Îro saetên siharê, di dema derbasbûna konvoya Mîsyona Yekîtiya Afrîkayê ya li Somalîyê (AMISOM) ê de, bi wesayîteke bombebarkirî êrîş hat kirin.
Hat ragihandin ku di êrîşa bombeyî ya li paytext Mogadîşûyê de herî kêm 8 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Ji teqînê rêxistina Eş Şebab berpirsyar hate nîşandan.
El-Şebab gelek caran êrîşan li dijî hêzên ewlekarî û sivîlan li Somalî pêk tîne.