Ji Amarîka bo Îranê hişyarî: Ger Îran bombeya nukleerî hilberîne em ji vebijêrka şer re amade ne

Ji bo gera heftemîn ya danûstandinên navbera Îran û hêzên cîhanê re kêmî hefteyekê dem maye.
Di demek wisan de, ji Fermandarê Navendî yê Amerîka (CENTCOM) General McKenzie daxuyaniyek gefxwarinê hat dayîn.
McKenzie diyar kir ku ger danûstandin biser nekevin, ew ji destwerdanek leşkerî ya welat re amade ne.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Îranê Robert Malley jî got,
Ger Tehran gelekî nêzîkî bidestxistina bombeya atomî bibe, welatê wî dest vala namîne.

Ji bo danûstandinên vegera li peymana nukleerî ya bi Îranê re, wê 29’ê Mijdarê careke din alî bicivin.

Li ser daxwaza Îranê dê Amerîka tenê bi awayekî nerasterast beşdarî van danûstandinan bibe.

Hemwextî vê ji Fermandarê Navendî yê Amerîka (CENTCOM) General Kenneth McKenzie daxuyaniyek gefxwarinê hat dayîn.

McKenzie duh ji kovara Time re axivî û got,

“Serokê me got, ew ê tu carî nebin xwedî çekên nukleerî.

Dîplomat bi rê ve dibin, lê CENTCOM planên curbecur hene ku ger destûr bê dayîn em dikarin bi cih bînin.”

Biden dibêje ew naxwaze şerekeî din ku wê aramiya Rojhilata Navîn têk bibe pêk were.

Bi fikara têkçûna danûstandinan jî berpirsên Koşka Spî, Pentagon û Wezareta Karên Derve xwe ji bo planên cuda amde dikin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Îranê Robert Malley ji Radyoya Giştî ya Netewî ya NPR re axivî û got:

“Eger Îranî biryarê bidin ku venegerin lihevkirinê, em neçar in ku dîplomasî ji di nav de li rêyên din bigerin.

Dema Îranê li Viyanayê pir nêzîk dibe.

Ger Îran çêkirina bombeyên nukleerî ji bo armancên xwe bikar bîne, DYA wê dest vala li bendê nemîne.”

Malley, têkildarî vebijêrkên ku DYA li ser mijarê hilbijêre ti daxuyaniyek neda.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price got,

Rêveberiya Serok Biden danûstandinên tura 6’emîn baş nirxandin û weke nîşaneyek ya despêkirina danûstandinên nû binav kir.

Li gorî dîplomatên Ewropî, rêvber û pisporên berê yên Amerîkî, jixwe dest bi nîqaşkirina lîsteyek planên alternatîf kiriye.

Taybet jî destwerdanek leşkerî.

Back to top button