PAJK’ê banga serhildanê li jinan kir

Koordînasyona Partîya Azadîya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê bi wesîleya salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
PAJK’ ê dîyar kir, ”Di sala 44’an de jî PKK ji her demê zêdetir nêzî civaka azad a Kurdistan û Rojhilata navîn, netewebûna demokratîq û azadîya jinan bûye.”

Koordînasyona Partîya Azadîya Jinên Kurdistanê PAJK’ê bi wesîleya salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi rojên avakirina PKK kir û got:

“Ev avabûna PKK’ê, ji avakirina partîyeke wêdetir, bûye helwesta azadîya berxwedana bindestan û azadîya wan.

PKK weke tevgereke mirovahîyê, jinan, ya kedê û civakî ye û çavkanîya xwe ji tekoşîna gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn digre.”

PAJK: PKK bûye helwesta berxwedana bindestan û azadîya wan

PAJK’ê bi bîr xist ku PKK bi berdêlên mezin gîhaştîye van rojan, li ber xwe daye û wiha domand:

”Rastîya şehîdan a di nav PKK’ê de derketîye holê, bûne sedem û garantîya jîyana azad a gelê Kurdistanê.

Tekoşîna ku deh hezaran qehremanên weke Heqî, Mazlûm, Kemal, Sara, Zîlan, Egîdan ku pêşengtî jê re kirine, ji derveyî serfirazîyê tu reyeke wê ya din tuneye.”

PAJK’ê da zanîn, PKK ya ku bi tekoşîna xwe ya gerdûnî dema xwe ya herî xurt dijî, berxwedan daye ber xwe û gaveke jî ji tekoşînê dûr nemaye.

PAJK: AKP-MHP jî dê weke hikûmetên berê têk biçin

PAJK’ê wiha dewam kir:

”Tifaqa herî paşverû ya AKP-MHP’ê ku deshilata faşîst, qelp, bêexlaq û zilamserwer a Komara Tirkîyê, ketîye pêvajoya hilweşandinê.

Deshilata ku ketî rewşa hilweşandinê, PDK jî kişandîye nav tifaqa xwe ya gemar û li dijî PKK dide şerkirin.

PDK bi hevkarîya xwe a bi dijminên Kurdan re, ti îtîbar ji xwe re nehiştîye û li ber çavên gelê Kurdistanê teşîr bûye.

PKK wê bi sala nû re weke hikûmetên berê, AKP-MHP’ê jî bavêje sergoyê dirokê.”

PAJK: Em bang li welatparêz, jin û ciwanan dikin ku tevlî nava refên berxwedanê bibin 

PAJK, di dawiyê de bang li hemû jinan û gelê Kurd yê welarparêz kir wiha bi dawî kir:

Em bang li hemû jinan dikin ku serê xwe rakin, çalakîyan bikin û serfiraz bibin.

Bang li gelê xwe yê welatparêz jî dikin ku di şexsê şehîdê me yê mezin ê welatparêz Yûsiv Gulo de, xwedî li nirxên welatparêzîyê derkevin û têkoşînê geş bikin.

Em bang li ciwanan dikin ku ji bo xewn û xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin, tevlî nava refên berxwedanê bibin.”

Back to top button