Nûçegihanên Rojnews’ê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku duh xwepêşandanên xwendendekaran yên li Silêmaniyê dişopandin, winda ne û agahî ji wan nayê girtin.
Ji duh êvarê ve her du nûçegihanên Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed li gel du rojnamevanên din dema ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin hatine binçavkirin û ti agahî ji wan nayê girtin.
Li welatên Ewrupayê komek rojnamevan ji bo berdana rojnamevanan û derbarê xwepêşandanên xwendevanan de nameyek ji bo, Yekîtiya Ewrupa, parlamentoya Îtalya, Sendîkaya Rojnamevanên Îtalya û rêxistinên navnetewî re şandin.
Di nameyê de tê gotin ji bo Hikumeta Herêmê dev ji binpêkirina dijî rojnamevan, çalakvan û xwepêşanderan berde, divê xwedî helwest bin û zextê li Hikumeta Herêmê bikin.
Di demek ku rojnamevan erkê xwe pêktînin, tên êşkencekirin û binçavkirin.