Berdevkê Partiya Tifaq a Sosyalîstan ya Awûstralyayê: Divê pkk ji lîsteya terorê were derxistin

Berdevkê Partiya Tifaq a Sosyalîstan ya Awûstralyayê, bang li hikûmeta Awustralyayê kir û got: “Divê PKK ji listeya terorê were derxistin” Li aliyê din, Dîwana Hevseroktiya KCDK-Ewropayê jî li dijî qedexeya li ser PKK’ê banga beşdariya meşa li Berlînê ya Elmanya û bajarên din yên Ewropa kir.

Di çarçoveya kampanyaya Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê de ku ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ piştgirî roj bi roj zêde dibe.

Berdevkê Partiya Tifaq a Sosyalîstan ya Awûstralyayê Alêx Baînbridge jî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand.

Alêx Baînbridge di axaftina xwe de wiha dibêje:

“Îro li Awustralyayê bêedalitiyek mezin li holê heye û hikumeta federal a Awustralyayê jî dikare vê bi bêedaletiyê çareser bike.

Awustralya PKK’ê di lîsteya terorê de digire, divê neyê girtin.

Ji ber PKK ne rêxistineke terorîst e, berovajî rexistineke neteweyî ya rizgariyê.

Îro neheqiya ku li dijî PKK’ê tê kirin, mîna tevgera ANC’yê ye ku bixwe ne tevgerek terorîst bû lê ji aliyê hêzên navneteweyî ve wekî rexistinek terorîst hate tawanbarkirin, îro heman tiştê li dijî PKK’ê jî dikin.

Ji bo derxistina PKK’ê ji listeya terorê ya Awustralyayê gelek sedemên pratîk û sembolîk hene.

Girtina PKK’ê ya di lîsteya terorê de gelek aliyande astengiyên mezin ji bo doza gelê Kurd çêdike û ev rewş jî li beramberî şervanên azadiyê ji bo me şermek mezin e.”

Alêx Baînbridge dawî de bang li serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison kir ku PKK’ê ji listeya terorê ya awutralyayê derxînin.

Li dijî qedexeya li ser PKK’ê banga tevlîbûna meşa 27’ê Mijdarê ya li Berlîne kir

Li aliyê din, Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa jî li dijî qedexeya li ser PKK’ê, banga tevlîbûna meşa li bajarê Berlînê yê Elmanya û welatên din yên Ewropa li gelê Kurd û dostên wan kir.

KCDK-E’yê got,

”Li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanya û polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan 27’ê Mijdarê bi pêşengiya saziyên Elman li Berlînê wê meş were kirin.

Her wiha li welatên din jî bi eynî armancê wê çalakî bêne kirin, em di serî de bang li gelê Kurdistanê û hemû dilxwazên azadî û wekheviyê dikin ku tevlî meş û çalakiyan bibin.”

Back to top button