Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jin daketin qadan

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî jinan çalakî lidarxistin. Jinan bersiva êriş û polîtîkayên desthilata faşîst a Erdogan dan û gotin “Em dest ji jiyana xwe û mafên xwe bernadin.

Bi armanca 25’ê mijdarê roj têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jin li gelek bajaran daketin qadan, daxuyanî dan û çalakî li dar xistin…..

STENBOL

Li Stenbolê, şaxê Aksarayê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê daxuyanî da.

Jinan pankart bilind kirin û gotin.. ”Jin bi hev re xurt in”, ”Bijî têkoşîna me ya jinan.”

ENQERE

Li Enqerê, komîsyona Jinan a Komeyala Mafên Mirovan-ÎHD jî daxuyaniyeke niviskî weşandin..

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin, em serê xwe li ber wan natewînin ku dest li ser destkeftiyên me datînin.”

EDENE

Komîsyona Mafên Jinan a Şûbeya -ÎHD’ê a Edenê li avahiya komelya xwe daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi kuştina 8 jinan di navbera Çileya 2021’an û 25’ê mijdarê de hat kirin û hat gotin:

Mêran zext li 438 jinî kiriye, heqeret li 2 hezar û 750 jinî bûye, êrîşa zayendî ser 38 jinan û tecawiz li 5 jinan hatiye kirin..

HATAY

Li Hetayê jî Platforma Jinan a Skenderûnê li ‘Bît Bazarî’ daxuyanî da.

Platfonma jinan di daxuyaniya xw de ev yek gotin:

“Bi rihê têkoşînê ya 25’ê Mijdarê em careke din radigihînin ku serê xwe li ber tundî, kedxwarî, serweriya mêran natewînin.”

ŞIRNEX

Li Şirnexa bakurê Kurdistanê li navçeya Silopya jî bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyanî hebû..

Li vir, wekîla Şirnexê ya HDP’ê Nûran Imîr diyar kir AKP-MHP dixwazin hişmendiya zilamserwer ava bikin û peymana berxwedanê da.

RIHA

Platroma Jinan a Rihayê jî daxuyanî dan.

Wekîla HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surcu di daxuyaniyê de diyar kir ku ên ku komkujiya li ser jinan pêk tînin,ji desthilatê hêzê destînin.

Her wiha Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Heta ku dawî li komkujî û tundiya li ser jinan were, têkoşîna me wê bidome.”

SEMSÛR

Dîsa li Semsûrê, Platforma Jinan a Semsûrê li Parka Demokrasiyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew dest ji têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê bernadin..

ÊLIH

Her wiha Tevgera Jina Azad-TJA û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan-HDP, li Êlihê meşiyan..

Gelek jin tevlî meşê bûn..

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi pêşengiya TJA û Partiya Demokratîk a Gelan meşek hate lidarxistin..

Jinan berê xwe dan gundê Deniz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin ya li navçeya Mehserta Mêrdînê..

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başran û wekîla Mêrdînê Pero Dundar jî hazir bûn.

Back to top button