Çalakiya malbatên şehîdan li Sêmalka di roja 52’an de dewam dike

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan a li Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên şehîd, di roja 52’an de dewam dike. Beşdarên çalakiyê gotin: “Em heta cenazeyên şehîdan wernegrin, wê çalakî dewam bike..”

Ji bo cenazeyên zarokên xwe yên PDK’ê ew şehîdxistine werbigrin, bi rojane malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka di çalakiyê de ne..

Rojane ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re, şêniyên herêmê berê xwe didin Sêmalka û tevlî çalakiyê dibin..

Tevî hemû bangên malbatan, saziyên mirovî û hiquqî jî PDK’ê bêdenge û cenazeyan radestî malbatan nake..

Yek ji kesên beşdarî çalakiyê bûye, Elcî Şêx Silo yê ji Hesekê ye. Silo vê helwesta PDK’ê û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk şermezar dike û dibêje:

Ew ê çalakiya me dewam be, ez bang li hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê dikim ku beşdarî çalakiyê bibin heta ku daxwazên çalakvanan pêk tên..

Her wiha endamê hêza Parastina Civakî ya Hesekê Mihemed El-îd jî diyar kir ku mafê PDK’ê yê nedana cenazeyên şehîdan tune û divê tavilê ji vê gava xwe vegere.

Back to top button