Di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de li Idlib û Hemayê şer dewam dike

Şerê di navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk ên li Idlib û Hemayê dewam dike. Balafirên Rusyayê gundê Şan ê çiyayê Zawiyê yê Idlibê topbaran kir di encamê de jinek hate kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, vê sibê hêzên hikûmeta Şamê herêmên Filêfil, Fitêra û Sefhon ên li çiyayê Zawiyê ya li Idlibê topbaran kirin.

Her wiha eniyên El-Meşerî yên Sehl Xab a li bakurê rojavayê Hemayê jî topbaran kirin.

Çeteyan jî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên şer ên li rojavayê Helebê bi moşekan topbaran kirin.

Her wiha li Helebê jî çeteyan baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li Melacê û Hezarîn bombebarankirin.

Di emcama êrişên hewayî yê Rusyayê li Idlibê jinek hate kuştin û 3 kes jî birîdar bûn

Li gorî çavdêrihyê balafirên Rûsya li derdorê gundê Şan ê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, êrişek hewayî pêk anî.

Hat diyar kirin di encama de jinek hat kuştin û 3 kesên din ên li nava zeviyên zeytûnan ên li wê herêmê kar dikirin, birîndar bûn.

Back to top button