Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêber Apo serî li gelek saziyên sivîl da

Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj tê girankirin û ti agahî jê nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê serî li gelek saziyên sivîl ên civakî dan. Li aliyê din parêzerên Rêber Apo ji bo ku biçin Îmrliyê careke din serlêdan kirin.

Tecrîda giran ya li ser Rêber Apo bê navber dewam dike û desthilata faşîst a Erdogan destûrê nade ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku wan ji bo Rêber Apo serî li gelek saziyan ên civakî dane.

Di peyamê de hate gotin “Li Îmraliyê 8 meh in agahî nayên stendin, ji bo agahiyekê bistînin, serî li saziyên sivîl ên civakî yên di qada mafên mirovan hate dayîn.”

Buroya hiqûqê a Sedsalê: Ev 8 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin

Li aliyê din parêzerên Rêber Apo Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê tenduristiya Rêber Apo de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû.

Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.

Rêber Apo ku 22 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.

Back to top button