Lîbya..Kubis: Ger hilbijartin pêk neyên wê rewşa li welat hîn aloztir bibe

Li Lîbya gel xwe ji bo hilbijartina paşeroja xwe, xwe amade dikin.
Lê atmosfereke aloz ya hilbijartinê li welat heye.
Nûnerê NY yê bo Lîbya Kubis yê îstifakirî got,
Li welat beriya hilbijartinê atmosferek zêde ya aloziyê heye.
Konseya Ewlekariyê ya NY jî hişyarî da û got:
Kesên ku ji bo hilbijartinê astengiyan derxîne, wê werin cezakirin.

Li Lîbya welatî xwe ji bo hilbijartinê amade dikin.

Li kêleka hilbijartinê, atmosferek ya neyînî li welat heye.

Rewşa li welat bû sedema ku Nûnerê Taybet yê NY bo Lîbya Jan Kubis îstifa bike.

Jan Kubis anî ziman ku eger hilbijartin neyên lidarxistin wê Lîbya bikeve nav nakokiyên zêdetir.

Kubis di daxuyaniya çepemeniya ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de diyar kir ku piştî biryara îstîfayê wî pêşniyar kiriye ku heta hilbijartinan erka xwe bidomîne.

Kubis: Li welat rewşeke aloz ya ji bo hilbijartinê heye

Li hember vê yekê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji Kubis xwest ku heta 10’ê Kanûnê li ser erka xwe bimîne.

Kubis balkişand li ser wê yekê ku hewaya siyasî li Lîbyayê berî hilbijartinên serokatiyê yên ku wê di 24’ê Kanûna de bên kirin gelekî aloz bû.

Nunerê NY bo Lîbya Kubis bang li hemû partî û berbijaran kir ku rêzê li dijberên xwe yên siyasî bigirin û encamên hilbijartinê qebûl bikin.

Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Jeffrey DeLaurentis pêşniyar kir ku li ser her kesê ku pêvajoya hilbijartinê li Lîbyayê xera bike, sizayan bisepîne.

NY: Kesên gef li hilbijartin û paşeroja Lîbya dixwin wê werin cezakirin

Ji aliyê din ve Konseya Ewlekariyê ya NY daxuyaniyeke hevpar da û xwest ku 24’ê Kanûnê li Lîbyayê hilbijartin bên lidarxistin û piştî wê jî bi awayekî aştiyane pêvajoya veguhestinê pêk were.

Di daxuyaniyê de ji partiyên Lîbyayê tê xwestin ku rêzê li hevrikên xwe yên siyasî û encamên hilbijartinan bigirin û wiha hat gotin:

Dibe ku siza li ser kes û rêxistinên ku gefê li aştî, aramî û ewlehiya Lîbyayê dixwin werin sepandin.

Konseyê careke din bang derketinê li çete û hêzên biyanî kir.

Back to top button