Piştî 2 mehan ji eşkerkirina encama hilbijartinên Almanyayê, doh lehevkirina hukûmeta Koalîsyonê pêk hat. Li gorî vê, Piştî 16 salan ji desthilata Yekîtiya Xirstiyan, wê welat ji aliyê Partiya Sosyal a Demokrat, Keskan û Partiya Demokatên Azad ve were birêve birin..
26’ê Îlona îsla li Almanyayê hilbijartina parlementoyê pêk hat.
Di encamê de Partiya Sosyal Demokrat SPD piraniya dengan bidest xist.
Doh ji bo avakirina hukûmeta koalîsyonê, peymana lihevkirinê ya di navbera 3 partiyan de hate erêkirin.
Bi vî awayî piştî 2 mehan ji hilbijartina giştî, Partiya Sosyal Demokrat SPD, Partiya Demokatên Azad-FDP û Partiya Keskan wê bibin hevkarê hukûmeta nû.
Ji hersê partiyan derdora 300 siyasetvan beşarî amadekirina peymanê bûn.
Navê wê jî wiha hat eşkerekirin:
“Ji bo pêşdeçûnê wêrekî.
Ji bo berdewamiya azadî û edaletê tifaq.”
Eger di nava partiyan de jî were pejirandin, wê bi awayekî fermî xebatên hukûmeta koalîsyonê destpê bikin.
Li gorî peymanê, parvekirina wezareta wiha ye:
PARTIYA SOSYAL A DEMOKRAT-SPD
Serokwezîrtî
Kar û Ewlekariya Civakî
Parastin
Tendirûstî
Avahîsazî
Hevkariya Aborî
Û
Wezareta Pêşveçûnê
PARTIYA KESKAN
Karê Derve
Hawîrdorî
Malbat
Çandinî
û
Wezareta Parastina Xerçkirinê
PARTIYA DEMOKRATAN A AZAD-FDP
Maliye
Edalet
Veguhestin
Karên Dijîtal
Perwerde
Û
Wezareta Lêkolînê
Serokwezîrê welat ê paşerojê Olaf Scholz (Olaf Şolz) li ser peyamê ev nirxandin kir:
Tişta ku me dike yek, daxwaza başkirina rewşa welat e.