BERDEVKÊ MSD’Ê: KOMXEBATA ÊLAN ASTA ZANEBÛNA NIŞTIMANÎ Û CIVAKÎ ÎSBAT DIKE

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi armanca diyarkirina stratejiya piştî têkçûna DAIŞ`ê, li ser rêgezên domdar û redkirina her komployek li dijî herêmên Sûriyê komxebatek organizekir.
Berdevkê MSD’ê Emced Osman diyar kir ku rêjeya beşdarbûna di komxebata êlên Sûriyê asta zanistan niştîmanî û civakî ya civaka Sûriyê nîşan dide.
Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Sîhanok Dîbo jî got:
Êlên Sûriyê peyama xwe gihandine Şamê ku ew ji diyaloga ku aloziya Sûriyê çareser dikin re amade ne.

Berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emced Osman têkildarî komxebata êlên Sûriyê daxuyaniyek da.

Emced Osman di daxuyaniyê de wiha got:

“Tevî hemû hewldanên avakirina eniyekê ku li dijî eşîreyan û tirsandina wan, komxebata eşîrên Sûriyê ya li Eyn Îsayê bi serkeftî bi encam bû.

Peyama hişyarkirinê bû, navaroka wê ew bû, hemû hewldanên dijberî wan ji beşdarkirina komxebatê dûr nake.

Dijberiya wan a ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê îfalsa wan diyar dike.

Ji aliyên fermî yên hikûmta Sûriyê daxuyanî hatin dayîn, texmîn nekirin ku komxebat bi serkeve, lewra hevok û sloganên pozbilindî avêtin.

Jimara rûspiyên ku beşdarî komxebata Eyn Îsayê bibûn 5 hezarî derbas kir.

Ev tevlîbûn asta piştgirî û wefedariya bi têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk diyar dike ku ji bo parastin civakê û hevgirtin û rêzdariya hemû pêkhateyên wê tê dikoşe.

Rêjeya beşdarbûna wan a ji bo komxebatê asta zanista niştimanî û civakî li gel hemû beşên civaka Sûriyê nîşan dide.

Li ser vê yekê em beşdarbûna eşîreyan di vê komxebatê de baş dinirxînin û em bang li her kesî dikin ku berpirsyariya vê pêvajoyê pêk bînin.

Diyalogan qebûl bikin û pira têkiliyan û peydakirina çareseriya aloziya Sûriyê ava bikin.

KOMXEBATA ÊLÊN SÛRIYÊ
SÎHANOK DÎBO: ÊLÊN SÛRIYÊ PEYAMA XWE GIHANDINE ŞAMÊ, EW JI DIYALOGÊ RE AMADE NE

Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriye ya Demokratîk Sîhanok Dîbo li ser heman mijarê axivî.

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku êlên tevlî Komxebata Êlên Sûriyê bûne, êlên resen û niştîmanî Sûrî ne.

Dîbo diyar kir ku êlan peyama xwe gihandine Şamê ku ew ji diyaloga ku aloziya Sûriyê çareser dikin re amade ne.

Dîbo komxebat li gorî armancên ku komîteya amadekar daniye bi erênî binav kir.

Leave a Reply

Back to top button