Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê li dijî wesayîtekê êrişeke çekdarî pêk hat

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê li dijî wesayîtek ku tê gotin Efserê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî têdeye êriş pêk hat. 

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji berî çend kêliyan li dijî wesayîtek ku tê gotin ku Efserê YNK’ê Murad Kanî Kurdeyî têdeye êriş pêk hat.

Berdevkê Tenduristiya Raperînê ji Rojnews’ê re diyar kir ku 4 kesa rakirine nexweşxaneyê ku 2 kesan jê jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar in.

Têkildarî nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane Tenduristiya Raperînê ti agahî neda.

Heta niha hêzên ewlehiyê li ser mijarê ti daxuyanî nedane. Lê, tê gotin ku wî efserî jiyana xwe ji dest daye. Weke Rojnews me xwest ji Polîsên Ranya agahî bigirin, lê bi hînceta berdewambûna lêkolînê ti agahî nedan.

Back to top button