Lîreyê Tirkî bênirx dibe, Li Stenbolê gel daketin qadan

Li Tirkiyê krîza aborî, rastiya polîtîkayên ji hevketî yên rejîma AKP û serokê wê Erdogan nîşan dide.
Tevî hewlîdanên Erdogan yên xelaskirina rojê, lîreyê Tirkî nirxê xwe winda dike û qerdê Tirkiye zêdetir dibe.
Dolarê Amerîkî careke din li pêşberî lîreyê Tirkî 12 derbas kir.

Her çiqasî dolar bi 11,95 dest bi rojê kiribe jî bi derbasbûna demê re careke din 12 lîreyê Tirkî derbas kir.

Her wiha Euro/TL û Sterlîn/TL jî nirxê xwe hatin guhertin.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî re li welat hejarî hîn zêde bû.

Ji sotemeniyê bigre heta, pêdiviyên jiyana rojane di bihayê wan de zêdebûn çêbû.

Ev yek ji bo sedema ku civaka bihêrs bûyî dakeve qadan.

Doh bi şev welatiyên ji polîtîkayên AKP’ê bêzar bûyî daxwaza îstifaya hikumetê kirin.

Lê polîsan êrişî wan kirin û gelek kes binçav kirin.

Back to top button