LI GUNDEWARÊ IDLIB Û HEMAYÊ BOMBEBARAN DIJWAR E, 12 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Şerê dijwar li herêmên ”Bêçek” dewam dike.
Ev 5 roj in li herêmên Hema û Idlibê şerekî pir dijwar rû dide.
Rejîma Sûrî û balafirên şer ên Rûsî bi zêdetirî 163 bermîlên taqeneniyê ev herêm bombebaran kir.
Di encam de zêdetirî 12 sîvlan jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rejîma Sûrî gundên Me’er Elsîn, Cenabir, Til Osman, Misterîha li gundewarê Idlibê bombebaran kir.

Her wiha gundewarê Hemayê jî Gundê Hoş li Sehil Elxab hatin bombebaran kirin.

Di encam de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ên dewleta Tirkiyê û Rejîma Sûrî ya bi piştevaniya êrîşên asmanî yên Rûsî 30 gund hatin valekirin.

Leave a Reply

Back to top button