Rêxistina Roj a rakirina mayînan zêdetirî 100 mayînî li gundewarê Şedadê telef kirin

Rêxistina Rakirina Mayînan a Roj (RAMCO) zêdetirî 100 madeyên teqemeniyên yên ji bermahiyên çeteyên DAŞ’ê li gundewarê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bêbandor kirin.

Rêxistinê ev made dûrî avahiyên şêniyan û xwezayê teqandin.

Rêxistina Roj a Rakirina Mayînan (RMCO) di dawiya 2016’an de hate avakirin.

Rêxistina Roj ne hikumî ye û ya tekane ya herêmî ye, di warê rakirina mayînan û hişyarkirinê ji xeteriyên wê dixebite.

Back to top button