Nûçegihanên Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed bi dayîna kefaletê hatin berdan

Nûçegihanên Rojnews’ê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku doh ajansa Rojnewsê ragihandibû ku dema şopandina xwepêşandanan de wendabûne. Lê derket holê ku ji aliyê hêzên ewlehiya Silêmaniyê ve hatine binçavkirin.

Piştî ku Sazî û Malbatên rojnemevanên navborî bîhîstin ku hatine binçavkirin, yekser bi saziyên peywendîrar re ketin nav danûstandinan.

Di encama danûstandinan de Rojnemevanên Rojnewsê bi dayîna kefaleta 500 dînarê Îraqî hatin berdan.

Derket holê ne tenê rojnemevanên Rojnewsê yên Kanala Bexdayê û Kalana Îşraq jî hatine binçavkirin ew jî bi dayîna kefaletê hatin berdan.

Hêjayê bibîrxistinêye ku destpêkê saziyên ewlehiyên Silêmaniyê diyarkiribûn ku Rojnemevanên Rojnewsê ne di destê wandene.

Back to top button