Norman Peach: Pênasekirina PKK’ê wek ‘terorîst’ biryareke li gorî berjewendiya Tirkiyê ye

Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin gelek sîyasetmedar, sazî, rewşenbîr û kesayatên navdar peyamên pişgirîyê didin û daxwaz dikin ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Têkildarî mijarê Profesorê rûmetê yê Zanîngeha Hamburgê û pirsporê hiqûqa navneteweyî Norman Peach (Normin Pîiç) ji AHNA’yê re axivî. Norman Peach dîyar kir ku bicîhkirina PKK’ê di lîsteya terorê de biryareke sîyasî ye û bi temamî ji bo berjewndîya Tirkîyê ya hevkarê NATO’yê ye.”

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, bang tên kirin û çalakî û kampanyayên di vî alî de jî zêde dibin.

Yek ji kesayetên navdar Norman Peach (Normin Pîiç) li ser vê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir û bertek nîşan da.

Norman Peach; profesorê rûmetê yê Zanîngeha Hamburgê û pisporê hiqûqa navneteweyî ye.

Peach dibêje “Bicihkirina PKK di lîsteya terorê de biryareke sîyasî ye ku bi temamî ji bo berjewendîya Tirkiyê ku hevkarê NATO’yê pêk hatiye.”

Norman Peach: PKK tevgereke rizgariyê ya niştimanî ye

Profesor Norman destnîşan kir ji bo tekoşîna azadî û rûmetê ya PKK’ê li cîhanê hevgirtinek mezin heye û anî ziman “PKK tevgereke rizgariyê ya niştimanî ye û ji bo gelan têdikoşe.”

Peach bibîr xist ku dema dawî dadgeha bilind a Belçîkayê jî pejirand ku PKK ne rêxistineke terorîst e, ji bo mafê çarenûsa xwe têdikoşe û got: “Berovajî rêxistineke terorîst, hemû qanûnên navnetewî jî bi cîh tîne, lê dewleta Tirk êrişî wan dike.”

Norman peach: PKK yekane tevger ku li hember DAIŞ’ê şer kir û serkeftî ye

Profesor Norman Peach, dawiya nirxandina xwe ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin ev got:

”Divê Insîyatifeke hevpar a hemû sazîyên pişgirîya Kurdan û Ewrupayê hebe.

Bêgoman eger yekane rêxistina ku li hember DAIŞ’ê têdikoşe weke teoroîst tê pênasekirin, wê demê li vir berovajîkirina têgînan heye û ev bi zanebûn tê kirin.”

Back to top button